Hevalê bargiran im, hevalê şoreşvan im
Hevalê şoreşvan im hevalê şoreşvan im
Hozanê gelê bindest, hozanê we Kurdan im
Ez dengê Kurdistan im, Endamê Kurdistan im
Qet zen nekin her weha, li şorên we guhdar im
Li şorên we guhdar im li şorên we guhdar im
Nêm firotan nêm buha, gelê bindest re yar im
Gelê bindest re yar im gelê bindest re yar im
Nalîn tê ji Kurdistan, bo wê çêdikim helbestan
Bo wê çêdikim helbestan ax bo wê çêdikim helbestan
Destê xwe em dirêjkin hev, deynin baxê gulistan çêkin baxê gulistan ax deynin baxê gulistan
Alîkarê dilsoz im, rêdanê mêrê hov im
Rêdanê mêrê hov im rêberê begê hov im şoreşger im him Kurd im, bo xwînxwara bi xof im
Bo xwînxwara bi xof im li ser wan tim bi xof im
Qinyata Zembilfiroş û evîna Xatûnê. Wekî bakî germ bi evîn, tirs. Lê paqijî girtibû ser hêlê û herkesî, li dora Kela Farqînê. Weha dibêje gelê me: Zembilfiroş. Lawikê Ebas, ya Emin ya nenas. Xêr û xeraca nastîne, keda destê xwe dixwe. Hurmeta Mîr û evîna Xatûnê; heskirina welat, gel, hele ya zarok û jina wî her li dilê wî ye. Hêja ye Zembilfiroş
Zembîlfiroş zembîla tîne
Delalo zembîla tîne
Kolan bi kolan digerîne
Nan û dahnê pê distîne
Zarokan pê ditevrîne
Gava ew zembîla tîne
Xatûn li bircê dibîne
Bi eşqa dil dihebîne
Aqil diçe sewda namîne
Ha dil were, ha dil were
Kesê ji dil nekî bawere
Ji mirovantî hatiye dere
Xatûn :
Kuro sêlka vir de bîne
Mîr dixwaze te bibîne
Buha buha ji te bistîne
Lawiko ez brîndar im
Zembîlfiroş:
Xatûna min a delal e
Min bîhîstî Mîr ne li mal e
Bazara’m bi malê helal e
Xatûnê ez tobedar im
Delalê ez tobedar im
Ha dil were carek bi coş
Car car vexwe şerbeta xoş
Dilqinyata Zembîlfiroş
Xatûn :
Zembîlfiroş lawikê beyan î
Ez dibêjim tu pê dizanî
Min bo eşqa dil te anî
Lawiko ez evîndar im
Zembîlfiroş:
Xatûna min a zerîn e
Qusur li ser te qet nîne
Lê dilêm kesî nahebîne
Xatûnê ez tobedar im
Delalê ez tobedar im
Hay hay hay hawar e hawar e
Hay hay hay hay..
Xatûn pir evîndar e
Li ber rehma Xwedê xwar e
Ji eşqê maye bê par e
Evîndar e ma bêçare
Xatûn li jor kar dike
Zêr li eniyê par dike
Kalên sedsalan har dike
Xatûn : çavên min mîna eynan e
Biskê min mîna qeytan e
Diranê min mîna mircan in
Eniya min mîna ferşan e
Berê min mîna fîncan e
Fîncanên mîr û paşan e
Sîngê min mîna zozan e
Zozanên haft eşîran e
Zembîlfiroş, lawikê derwêş
Lê bike kêf û seyran e
Zembîlfiroş lawikê derwêş e
Keremke tu were pêşe
Heqê zembîlên xwe bibêje
Lawiko ez evîndar im
Zembîlfiroş:
Lê lê lê, lê lê Xatûnê çavên te mîna zeytûnê
Ditirsim ji agirê êtûnê
Ya Xatûn ez tobedar im
Tobedarê Xaliqê Cebar im
J’ser toba xwe ez nayêm xwarê
Xatûn :
Zembîlfiroş lawikê feqîr e
Were ser doşeka Mîr e
Bidim te guliyên herîr e
Lawiko ez evîndar im
Zembîlfiroş:
Tu Xatûna li birc û van î
Li ser text û li ser seran î
Tu ji min re nabî kevanî
Xwedî zarok û eyal im
Zarok tazî û birçî li mal in
Xatûnê ez tobedar im
Xatûn :
Zembîlfiroş lawikê nenas î
Tena derpî û kiras î
Tu ji destêm nabî xelas î
Lawiko ez evîndar im
Zembîlfiroş:
Xatûna gerden bi morî
Qet nabe bi kotek û zorî
Tirsa min ji wî Reb ê jorê
Xatûnê ez tobedar im
Tobedarê Zerdeştê Kal im
Ji ser toba xwe qet nayêm xwarê
De lorî lorî kurê min lorî
Bavê te kuştin dayik bi gorî
Gernas û mêrxas divê tu negrî ênî ku sax bin nema tu bimrî
Dujmin bi top û firok û leşker
Bombardiman kir welat li her der
Hilweşandin tev mizgeft û dîwar
Kûr kûr dinalin jar û brîndar
Zar û zêçên Kurd pir têne kuştin
Dexl û rez û pez tiştek nehiştin
Tazî û birçî kir banger û berf Wan venaşêrin van şikeft û berqef Li ser zikê xwe diçin bi mestî Hin dest û hin pê, hin ser şikestî Di şevreşan de gernas e rêber şêrê brîndar dema diçin şer
De lorî lorî kurê min lorî Bavê te kuştin dayik bi gorî Gelê hişyar e gelek giha ye Tiving di dest e li ser çiya ye Sêr û piling in hawîr dibazin Doza me Kurdan serbest dixwazin Bi xwîn nivisîn li ser zinaran Livir nemaye cîyê neyaran Bi qeşte dujmin qada me berde Ev der welatê gernasê Kurd e Qada me berdin ji bo me yekser Em aştîxwaz in me navê ev şer Em jî wekî we divên serbesti Ma kî dixwaze dîlî û bindestî
(Xeberdan) êdî bese rabe ji xew, xortê hêja keça bedew Tenê mayî tu raketî, xebata te bi paşketî Rohilatî pir bilind bûn, xelkê cîhan tev şîyar bûn
Tenê mayî tu raketî, xebata te bi paşketî Rohilatî pir bilind bûn, xelkê cîhan tev şîyar bûn Kurdno rabin ji xewêyo, merdno rabin ji xewêyo
Ez pir rind im li bende we me, lo gula sor im li hêvya we me Rêya we bû ronahî, dîsa kor in nabînin Kurdno rabin ji xewêyo, merdno rabin ji xewêyo
Bandikim te Ruhayê lê, Diyarbekir pir deng daye Bitlîs û Muş, Hekarî, Wan hilgirtine barê giran Kurdno rabin ji xewêyo, merdno rabin ji xewêyo
Ez Şivan im hêvîdarim, lo bi qîrîn û bi hewar im Ev bû bîst û sê salê min, dikim gazî û dinalim Dibe bîst û çar salê min, dikim gazî û dinalim Kurdno rabin ji xewêyo, merdno rabin ji xewêyo
Kanî tembûra we lo, kanî tembûrvanê we
Kanî zirneya we lo, kanî zirnevanê we
Kanî dahola we lo, kanî daholvanê we
Kanî mêvanê we lo, kanî mazûbanê we
Va ye mêvanê me lo, va ye mazûbanê me
Kanî bûk û zavê we, kanî va govenda we
Va ne bûk û zavê me, ava ye govenda me
Yek mûmik, du mûmik, sê mûmik çar mûmik, çarde mûmik
Serê malê misqalik
Bûk li zavê bimbarek ha nînna
Ha nînna heyra nînna
çûme Mûsilê carek, min anî hine barek
Heçî malê keç tê de, me dabûye sihanek
Yek mûmik, du mûmik, sê mûmik çar mûmik, çarde mûmik
Serê malê misqalik
Bûk li zavê bimbarek ha nînna
Ha nînna heyra nînna
Hatim Diyarbekir carek, min anî hine barek
Heçî malê xort tê de, me dabûye desmalek
Yek mûmik, du mûmik, sê mûmik çar mûmik, çarde mûmik
Serê malê misqalik
Bûk li zavê bimbarek ha nînna
Ha nînna heyra nînna
Di dinê de sê tişt hene pir xweş in
Yek jê dayik, yek jê bav e
Yek yare lê lê, yek yare canê, yek yar e
Bê dê nabe, bê bav nabe
Yar xweş e lê lê yar xweş e
Dayik ji bo me weke dilê dinê ye lê lê
Dinê ye canê, dinê ye
Bavik ji bo me wek roniya rojê ye lê lê
Rojê ye canê, rojê ye
Yar delal e weke bîhna gulê ye lê lê gulê ye
Gava bavo xort bû ji xwe re yar anî lê lê Yar anî canê yar anî Dadê û bavo bi evînê mal danî lê lê Mal danî canê mal danî Vebûn nêrgiz, gul û rîhan çem û kanî Vebûn nêrgiz herikîn çem û kanî lê lê...
Di dinê de sê tişt hene pir xweş in Yek jê dayik, yek jê bav e Yek yar e lê lê, yek yar e canê, yek yar e Bê dê nabe, bê bav nabe Yar xweş e lê lê yar xweş e
هذا الموقع يستخدم ملفات تعريف الارتباط (الكوكيز ) للمساعدة في تخصيص المحتوى وتخصيص تجربتك والحفاظ على تسجيل دخولك إذا قمت بالتسجيل.
من خلال الاستمرار في استخدام هذا الموقع، فإنك توافق على استخدامنا لملفات تعريف الارتباط.