Wî de loy loy loyloy loyloy loy loy
de loyloy.......de loloy loy Mihemedo hevalo
Wî de dayê bejna Mihemedê min nîşana serê çîyan
Bejna delalê min nîşana serê çîyan
Wî de agir bikev mala van romiyan
Derbeke li bejna Mihemedê min dane van hoviyan
De loy loy.... loy loy...... Mihemedo hevalo
Ax de loy loy.... gula cimatano loy loy
Destmala destê xortano loyloy..de kelemê çavê dujminano...
Wî de yadê diyaram çiyayê Qerejdaxê bişewite bi kevir e
Wey xeberdana xeberê dibêjin eskerê Romî rêç û durbên Mihemedê min digire û emê xeberê bidin Diyarbekir û Siwereka xopan
Bira heyf û tola Mihamedê me bigire de loyloy..Mihemedo cano
Ax de loyloy... gula cimatano loyloy destmala destê xortano loyloy
Kelemê çavê dujminano
Canê canê canê, were meydanê Dilê min pir xweşe bi vî dîlanê bi vî dîlanê Dîlan e şoreş e, herkes pê serxweş e Erd û ezman şên bûn bi vê dîlanê bi vî dîlanê Canê cane cane, were meydanê Dilê min pir xweşe bi vî dîlanê bi vî dîlanê Keç û jin û pîr tev, xort û mêr hatin bi rev Dest û mil tev dan hev li vê meydanê, li vê meydanê Canê cane cane, were meydanê Dilê min pir xweş ebi vî dîlanê bi vî dîlanê Dîlan gelek xweş bû, Delîl pê rûgeş bû Dilê dostan geş bû bi vê dîlanê bi vê dîlanê Canê cane cane, were meydanê Dilê min pir xweş e bi vî dîlanê bi vî dîlanê Gotin û Muzîk: Delîl Dogan
Wî de mala min Wî de mala min Mala bavê min mala mêran e eywax De here mala min hê hê…. Lê mala min mala mêran e De konê mala bavê min rebena xwedê konê mala mêran e De here çawa bi destê Bavê Lalo girtin xistin kelepçê Berê wî dane hepisxana bajarê Qersê digo: ”yallah lo Kurdo” De herê çawa berê zarok û zêçên wî dane Guhê van gundan e de oy oy.. De mala bavê min mala mêran e De herê malan min hê hê…. Wî de mala min, mala min, mala min.. Mala bavê min mala mêran e ha wa weylo… û çadira bavê Lalo danî li ber çema Xeybetê berxê mala Emer Begê vê sibekî danî li ber çema Were vê sibekê naziman û qomandarê Qolordîya Dîyarbekir Hatî kon û kozikê xwe danî cem me Belê wezê nakevime ber kûştin û girtina Bavê Lalo, Suwarê Kovê Wezê ketime ber heyfa wê heyfê De herê çawa destê wî xistin darê kelepçê, berê wî dane hapisxana bajarê Erziromê De herê çawa berê zarok û zêçên wî dane nav Ecem e oy oy… Mala bavê min mala mêran e ha wa weylo… De herê malan min mala min mala min, Mala bavê min mala mêran e ha wa weylo… û çadira bavê Lalo danî li ser latê Belê îro sê roj e Alayê Sêrtê Tevî mufreza cendirme tabûra eskerê vî Xelatê Belê digerîne li Bavê Lalo, Suwarê Kovê Li vê dews û li vî rêç û li vî deşt û taqîbatê Wele wezê nakevime ber girtina û kuştina Bavê Lalo Wezê dikevime ber heyra vê heyrê û axalerkê me ser re dibêjin çawa tu bûye firar û mehkûm û qacaxê hikûmatê Hoh oy de hoy oy… Mala bavê min mala mêran e ha wa weylo...
çûme Urfayê bi sosin e wax zeriyê we Hatim Urfayê bi sosin e wax zeriya min Van keçan dil girtine wax zeriyê me Van keçan dil girtine zeriyê me we Tu delala Ruhayê Ruha maye di nav gulan ay ay ay zeriya min Riha maye di nav gulan ax zeriyê wey Gul danîne nav dila wax zeriyê me Gul danîne nav dila zeriyê me wey Hûn çavreşên Ruhayê Zeriyê me bi şarê reş in ay ay ay zeryê me Zeriyê me bi şarê reş in wax zeryê me Kil ji çavan diweşin zeriyê me Kil ji çavan diweşin zeriyê me wey Hûn delalên Ruhayê Wek bulbulan dengxweş in zeriyê me Wek bulbulan dengxweş in wax zeriyê me Kil ji çavan diweşin wax zeriyê me Kî dil dide serxweş in zeriyê me wey Hûn delalên Ruhayê Dikim nakim nêrayê zerya min Dikim nakim nêrayê wax zerya min Pê re ketim belayê wax zeriya min Pê re ketim belayê zeriya min wey Tu çavreşa Ruhayê Ruha bê te ne xweş e ay ay ay zerya min Ruha bê te li min nayê lê zeriya min Bê te sebra min nayê wax zeriya min Bê te xewka min nayê zeriya min wey Tu delala Ruhayê
Hevalno ho.. hevalno ho.. hevalno ho… Kuştî bûn karwan Dû hev çûn ezman Da rojê bibînin Sitêrka bikin nîşan Hevalno ho.. hevalno ho.. hevalno ho… Ew çavên digirîn... Ew laşên tev bi xwîn... Ji roja azadiyê ra tev dikin mizgîn Berdan ji gerdûn Bo jînê tev çûn Azadiyê dê bibînin Mayîn û hebûn Hevalno ho.. hevalno ho.. hevalno ho…
Wa hatin pêşmergên me Şal û şapik li bejna wan Ew in partîzanên me çek û rext li milên wan Wa hatin pêşmergên me Şal û şapik li bejna wan Ew in roniya çavên me Gulên sor bidin dest wan Ji mêj da benda wan e çavê me li rêça wan e Keç û xortên gundê me Daxwazya wan ya wan e Wa hatin pêşmergên me Şal û şapik li bejna wan Ew in roniya çavên me çek û rext li milên wan Tev rabin bkin dîlan Cejn û şahî û sêyran Bêjin hûn bi xêr hatin Ey pêşmergên qehreman Bêjin hûn ser seran hatin Hûn pêşmergên pehlewan Wa hatin pêşmergên me Şal û şapik li bejna wan Ew in roniya çavên me Gulên sor bidin dest wan Diparêzin jîna me Pir zehmet dîtin ji bo me Kurdistan ji nû ve şîn da Bi xwîna pêşmergên me Kurdistan ji nû ve şîn da Bi xwîna şehîdên me Wa hatin pêşmergên me Şal û şapik li bejna wan Ew in roniya çavên me Gulên sor bidin dest wan Dest ji dozê bernadî Dibê dilxweşî û şadî Da ji bo me pêk bînin Dostî û aşitî û azadî Wa hatin pêşmergên me Şal û şapik li bejna wan Ew in roniya çavên me Gulên sor bidin dest wan
هذا الموقع يستخدم ملفات تعريف الارتباط (الكوكيز ) للمساعدة في تخصيص المحتوى وتخصيص تجربتك والحفاظ على تسجيل دخولك إذا قمت بالتسجيل.
من خلال الاستمرار في استخدام هذا الموقع، فإنك توافق على استخدامنا لملفات تعريف الارتباط.