Xezala min, delala min konê bavê te çît e
Xezala min delala min kon girêda bi şirît e
Xezala min delala min tu rabe weris bîne
Were ba min bi min re bikene li mala me kes nîne
Were ba min bi min re bikene li nav kona kes nîne
Xezalê delalê wek sitêrkê li ezmana
Mala barkir koç bi rê ket, koçer tev çûn zozana
Xezala min delala min evîn xweş e bi du dila
Evîna me şan û şîn be bi bilûra şivana
Xezalê delalê were can lê hê lê can
Xezalê delalê were can
Evîn xweş e li zozanan li ber qiraxê çeman
Evîn xweş e li zozanan lê
Deşta Heranê pir germ e ez namînim li vê derê
Destê xwe bide min tu em biçin tev şerefdînê
Ax de were lê, were lê were lê lê... Ax kirîvê lê lê......ax Kirîvê vê sibê wezê bi çiyayê Şengalê, Gola Smoqya diketim îro gelî di gelîda gelî di gelî da di gelî da Kirîvê lê lê.. Minê bala xwe dabû ku vê sibekê keçka Smoqya li xwe kiriye kirasê sorî melesî çeka eba wî eba dawî di ser da
Xwe dabû devê Gola Smoqya mîna kevoka, şînordeka çemê Xebûrê di binî da hê kirîvê lê lê ... Kirîvê tu zanî gunê min û te çiye ev heq û şop û rê li min û te girtî ye Ji min û te ra bûye sûc ku ez misilman im tu jî êzidî ye kirîvê lê lê... Kirîvê ez ketime bextê te, tê vê sibekê bi dengê qebqeba heramî kevîne Xwe berde pozê Şengala Şewitî Tê bi şêxa şêxê Melekê Tawis ke, were di ser derd û kula re ramûsanekê bi ser can û cesedê kirîvê xwe berde Kirîvê lê lê... Kirîvê heger xêr be bira ji dê û bavê te ra be Heger gune be bira sedqa ber serê ez feqîrê we me kirîvê lê lê...
îcar keçikê bang kir: Kirîvo wezê jin im ne bi destê xwe me Qurbana te me talan neke, ji xwe netirse, wez sond bixum bi Şêxaltîkê Melekê Tawis be Hege wez mirim ji axa sara me, hege ez bimînim ji rih û can û cesedê kirîvê xwe ra me kirîvo lo… De ramûsanê m keçkê êzidîyan, di xweşbûna sehera sibê di azanya melê da kirîvo lo… Sîng û berê min, kara xezala mi xibşê, mi dîlimezê, min kevoka, şînordeka çemê Xêbûr e hê kirîvo lo… De mîna fîncanê qehwê ferfûrî, dev û lêvê min mîna şekirê Amedê di devê cuhê de axitkirî dişîne, kirîvo lo…
Buharê hat Buharê Gul vebû li rûkê yarê Wexta çavê min lêket Aqil ji serê min çûbû derê Buharê hat Buharê M’gulek dî l’rûkê yarê M’bala xwe da vê gulê Ji dil de evîndar e Hin pir gulêm pir hene Gulê min wekî te ne Buhar hat tevb’gihayê Tev girt çol û çiyayê Buhar hate govendê Govend qada mêra ye Buharê hat Buharê M’gulek dît binya darê Bala xwe dam wê gulê Ji dil de evîdar e Hin pir gulêm pir hene Gulê min wekî te ne Buhara me şêrîn e Tevde gîhayê hêşîn e Keçê dilê min xweş ke Giş bi kul û brîn e Buharê hat Buharê M’gulek dît binya darê Bala xwe dam wê gulê Ji dil de evîdar e Hin pir gulêm pir hene Gulê min wekî te ne Buhar çi xweş û rind e Tev girt bajar û gund e Keçê te ez helandim Carek serî limin hilde Buharê hat Buharê M’gulek dît binya darê Bala xwe dam wê gulê Ji dil de evîdar e Hin pir gulêm pir hene Gulê min wekî te ne
Ey Reqîb her maye qewmê Kurdziman Naşikê û danayê bi topê zeman Kes nebê Kurd dimirin Kurd jîn dibin Jîn dibin qet nakevî ala Kurdan
Em xortên rengê sor û şoreş in Seyr dike xwîna diyan me da rijan Kes nebê Kurd dimirin Kurd jîn dibin Jîn dibin qet nakevî ala Kurdan
Em xortên Midya û Keyxusrev in Dîn îman û ha îman her niştiman Kes nebê Kurd dimirin Kurd jîn dibin Jîn dibin qet nakevî ala Kurdan Lawê Kurd e, bûye ser pê wek şêran Da bi xwîn neqşîn bike tacê cîhan Kes nebê Kurd dimirin Kurd jîn dibin Jîn dibin qet nakevî ala Kurdan
Xortê nuh tev hazir û amade ne Canfida ne canfida her canfida Kes nebê Kurd dimirin Kurd jîn dibin Jîn dibin qet nakevî ala Kurdan
Xeber hate min li ser eşqa dil Eywax gul bû evîndara bilbil Bilbil xema qet nakşîne ji gul Lê dotmam lê dotmam wey limin rûreşê Lê dotmam lê dotmam lê dotmamê Delalê evîndara pismamê Zeriyê evîndara pismamê Dotmam dayika me tev niştiman e Diqîrî digazî li ber desta ne Wê çawa bê sebra me Kurdan e Lê dotmam lê dotmam wey limin rûreşê Lê dotmam lê dotmam wey limin rûreşê Lê dotmam lê dotmam lê dotmamê Delalê evîndara pismamê Zeriyê evîndara pismamê Dotmam tu pir şêrînî li ba şivan Lê niştiman nadim bi hezar yaran Bo azadî dil û canêm qurban Bo rizgarî divêm axa goran Lê dotmam lê dotmam wey limin rûreşê Lê dotmam lê dotmam wey limin rûreşê Lê dotmam lê dotmam lê dotmamê Delalê evîndara pismamê Zeriyê evîndara pisma
Ala rengîn pîroz û xweş, te hildigrim diçim bimeş Tu’l ser milên xortên ciwan, di nav te de yek rojek geş Ala sê reng î tu, bi nav û deng î tu, nişana ceng î tu Ey xortê Kurdan silavê le bikin îro me tu kirye himbêz, rojek wê bê te bikin rêz Li ser bana, li eywana, roja şadî bi xeml û xêz Kesk û sor û zer î, nişana zafer î Ey keçên Kurdan silavê le bikin Te bi zîv û zêr tevde kildim, roja cengê ez te hildim Ger ez bimrim, ger ez rabim, Cegerxwîn im serbilind im Ala sê rengîn î, pîroz û şêrîn î, nişana mizgîn î Ey xortê Kurdan silavê le bikin
هذا الموقع يستخدم ملفات تعريف الارتباط (الكوكيز ) للمساعدة في تخصيص المحتوى وتخصيص تجربتك والحفاظ على تسجيل دخولك إذا قمت بالتسجيل.
من خلال الاستمرار في استخدام هذا الموقع، فإنك توافق على استخدامنا لملفات تعريف الارتباط.