كلمات اغاني الفنان دلوفان

  • بادئ الموضوع بادئ الموضوع A•Y•A
  • تاريخ البدء تاريخ البدء

Evîna Me


Carekê tu guh bide min
Tê zanibî vê êşa min
Ji derd û kulan dinalim
Ber evîna te yara min

Evîna me bi rûmet e
Pir pîroz û bi qîmet e
Lê dilê me bi hesret e
Evîn jîyan bo welat e

Ax dilê me qet nabe xweş
Bo me nema jîyana geş
Were ez û tu bi hev re
Biçirînin van ewrên reş
 

Lo Lawiko

Lawiko qurban tu deşt î ez zozan im
Tu şivan î ez bêrîvan im
Tu Wan î ez Axramar im
Tu Ararat î ez Sîpan im
Tu Memê yî ez Zîn im
Tu Dewrêş î ez Edûla
Tu Nêçirvan î ez Xezal im
Tu Siyabend î ez Xeca Zerîn im

Were lo lo… lawiko
Evîndara te me lo lo were lo lo

Lo lo... lawiko
Lawiko qurban binya mala me
Tê ye ava şîn e
Kuro gede tu were
Destê min bigire
Ji xwe re birevîne
De dibê nav gund û bajar
Kolan-kolan, kuçe-kuçe bigerîne
Heçî ji te pirsî go ew kî ye
Bêje evîndara ber dilê min e
Lo lo… mihebeta te me lo lo
 

Xerîbî

Nav xerîbiyê bê qîmet e emrê min
Her tim her gav tu yî di nav bîra min
Bê te dayê gelek zor eji bo min
Ez xerîb im tu mayî di destê dujmin

Dayê rabe birînê min derman ke
Eger bimirim hêvî dikim kirar ke
Cîkî bilind ser Sîpanê min heq ke
Li kêleka Xecê û Siyabend min çal ke

Nav xerîbiyê sitûxwar perîşan im
Bi hezaran wek min bê cî û bê war in
Dilêm kerba dayê ji bo te dinale
Gelo kengê ezê bêm hembêza te
 

Sîpanê Xelatê

Kî here axa Tetwanê
Wê bibîne çîyayê Sîpanê
Cîwarê Sîyabend û Xecê
Xeml û rewşa Kurdistanê

Sîpan Sîpanê Xelatê
Bilindbûn çiqas li te tê
Gulên te gulên cennetê
Ava te ava qudretê

Sîpan sîpane, sîpan sîpanê
Sîpan sîpane xelatê
Sîpan sîpane, sîpan sîpanê
Sîpan sîpane xelatê

Te kul û xem pir dîtîye
Zilm û zorî buhurtîye
Xwazgîniyê xweş te girtine
Soz û peyman wan dane

Sîpan Sîpanê Xelatê
Bilindbûn çiqas li te tê
Gulên te gulên cennetê
Ava te ava qudretê

Sîpan Sîpane, sîpan sîpanê
Sîpan Sîpane xelatê
Sîpan Sîpane, sîpan sîpanê
Sîpan Sîpane xelatê

Çîyayên te tev bilindin
Kurdan xwe tum lê girtin
Ji bona serxwebunê
Ala jîyanê hildin

Sîpan Sîpanê Xelatê
Bilindbûn çiqas li te tê
Gulên te gulên cennetê
Ava te ava qudretê

Sîpan Sîpane, sîpan sîpanê
Sîpan Sîpane xelatê
Sîpan Sîpane, sîpan sîpanê
Sîpan Sîpane xelatê
 
عودة
أعلى