Bêje
Ez nexweşim nava canda
êşek heye dilemin da
Kûr dinalim nava canda
janek heye dilê min da
Ew naxûye di tariyê da
Qet naxûye di tariyê da
Bêje doxtor bêje bêje
Ez dimirim ez diminim
Ecep ez sibe dibînim
Were were lê yara min
were rûnê li kêleka min
De wer were lê yara min
Carek rûne kêleka min
Tû melhemke ke birîna min
Tû bi derman ke birîna min
Bêje doxtor bêje bêje
Ez dimirim ez diminim
Ecep ez sibe dibînim
Lê felekê çima çima
êdî tebata min nema
Lê felekê çima çima
Sebr û tebat li min nema
Brînêm tev ragirtîne
Ma gelo çare qe nîne
Brînêm tev ragirtîne
Bêje gelo çare nîne
Bêje doxtor bêje bêje
Ez dimirim ez diminim
Ecep ez sibe dibînim
---------
Digerim
Digerim nabînim oy oy yara min li kûye
Kes ji min napirse li min halête çiye
Dimirim ji wî derdî ra, min yar nediye
Xwewên şevan oy oy oy li min revî ye
Nabînîm wê yarê oy oy halêm pir xirab
Mi kişandî li vê dinyayê hezar ezab
Tû min xelas bikî ji vi halê yara
Xwarin û vexwarîn li min bûye wekî jar
Ez ji dil dinalim oy oy weke her caran
Me gellek kişandî ji destê van neyaran
Rojên xerab şunda neyên qet tû caran
Naxwazim binim bîra xwe janek weke jar
-----------
Hevala Min
Wez aşikê bejna te me oyyy
Tû hezkirya dilê minî oyyy
Tû delalya dilê minî oyyy
Hevala min hevala min oyyy
Hevala min benda te me oyyy
Heyrana wî bejna te me oyyy
Qûrbana wî rîya te me oyyy
Destê bigrim çavreşê Oyyy
Dilê min jî pir bi jan e oyyy
Tû bi rabe şin dermane oyyy