Konê Reş: Ji gotinen Mîr Celadet Bedirxan:

  • بادئ الموضوع بادئ الموضوع Kurd Day
  • تاريخ البدء تاريخ البدء

Kurd Day

Kurd Day Team
260.jpg

Bavo, li dinyê Ji me kêmtir kes nemaye, heçî milet hene, tevda bûne dewlet û hikûmet. xudan kitêb û dibistan, bi tenê em miletê Kurd bi şûnde mane, reben, feqîr, nezan, belengaz di destê xelkê de lehistok. Xelkê hefsarê me kiriye destê xwe da, li gor kêf û menfîeta xwe berê me ji bakur dide nîvro, ji rojava dide rojhilêt, ji lewra divşt em jî bixebitin, xelkên xwe hînî xwendin û nivîsandinê bikin, vî miletê belengaz ji tarîyê xelas bikin, berê wî bidin tav û ronahîyê.
Mîr Celadet Bedirxan, kovara Roja Nû, hejmara (1) Beyrût/1943.
Tiştê ko min divêt ez ji we re bibêjim, bi kurtî ev e. Hîn bin. Hîn bin. Hîn bin. Hin kin. Hîn kin. Hîn kin. Belê bi tenê hînbûn ne besî me ye. Divêt em hîn bikin jî. Her Kurdê ko xwendin û nivîsandinê dizane divêt yên ko nizanin bielimîne. Ji Kurdê xwenda re divêt heke ber destên wî de Kurdên nezan nînin, li wan bigere, wan peyda û hîn bike..
Mîr Celadet Bedirxan, kovara Hawar, hejmara (27) Şam/1941​
 
عودة
أعلى