Kurd Day
Kurd Day Team
Navdarekî Kurd; Îbrahîm Paşayê Millî (1843 – 1908)
Konê Reş
Di destpêka çerxê 20 an û di dawiya cenga cîhanî a yekemîn de, bi jihevketina impratoriya Osmanî re Beriya Mêrdînê cihê çend eşîrên Kurd bû. Sînor di navbera sûriyê û tirkiyê de nebû. Desthilatiya herêmê Îbrahîm Paşayê Millî û zarokên xwe dikirin. Ji dor Diyarbekirê ta bi başûrî çiyayê Ebdilezîzê ( Fêda Sînkiya) di bin hêza wan de bû. Gelek eşîrên ereban jî di bin desthilatiya wan debûn.. Ew serokê yekemîn bûn di berî û wilayeta Mêrdînê de.. Paytexta wan bajarê Wêranşarê bû. Çend carekî şerên giran di navbera wan û eşîra Şemera û Gêsa yên ereb û eşîra Beraza a kurd de diqewimî her ew yên bi serketî bûn..
Di sala 1908 an de, piştî ku Con Tirk (Telet, Enwer, Niyazî..) li ber Sultan Ebdulhemîdê 2mîn rabûn, paytexta wî Wêranûehir wêran kirin û ew li gundê Sifeya, nêzîkî bajarê Hesekê di payîza 1908 an de mir, hin bi hin desthilatiya zarokên wî qelis û lawaz bû..
Konê Reş, Qamişlo, 25.01.2015