Kurd Day
Kurd Day Team
حكومة اقليم كوردستان : ، لجنة تقصي الحقائق الكوردستانية التي زارت غرب كورستان أعلنت وقالت : لم تحدث أية مجازر " قتل جماعي " بحق الكورد في غربي كوردستان على يد الجماعات الإسلامية المسلحة ، و بعد تقصي الحقائق تبين لنا بأن كل ما حصل هناك كان "مجرد اقتتال بين فصيلين مسلحين" .
Serokatiya Herêma Kurdistanê
Hewlêr (Rûdaw) – Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand, li gorî encama lêkolînên şanda kumîteya amadekar a Kongreya Netewî ya Kurd (KNK) “tu belgeyek li ser komkujiya li dijî kurdên rojavayê Kurdistanê nehatiye dîtin” û bûyerên ku qewimîne jî “tenê pevçûna navbera du aliyên çekdar” bûye.
Berdevkê serokatiya Herêma Kurdistanê dr. Omêd Sebah îro (03.09.2013) di daxuyaniyeke nivîskî de ku li ser malpera fermî ya saziyê hatiye belavkirin, ragihand ku şanda kumîteya amadekar a KNKê ku li ser fermana serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bo derxistina rastiya komkujiya li rojavayê Kurdistanê hatibû avakirin, rapora xwe pêşkêşî serokatiya Herêma Kurdistanê kiriye.
Dr. Omêd Sebah diyar kir ku endamên şandê roja 19ê Tebaxa 2013 serdana rojavayê Kurdistanê kirin û heyama 5 rojan li wir lêkolîn pêk anîn û bi nêzîkî 400 kesan re hevdîtin û hevpeyvîn kirin û wiha got: “Şanda lêkolînê di rapora xwe de anîne ziman ku nehîştine serdana bajarê Amûdê bikin da ku derbarê êrişa li dijî xwepêşanderan û çawaniya şehîdbûna wan lêkolînê bikin. Her wiha di encama hemû lêkolîn û hevdîtinên bi xelkê re tu belgeyek ku nîşan bide komkujî li dijî kurdên rojavayê Kurdistanê pêk hatibe nehat dîtin û bûyerên ku qewimîne jî tenê pevçûna di navbera du aliyên çekdar bûye.”
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku di rapora şanda lêkolînê de hatiye ziman ku rewşa rojavayê Kurdistanê gelekî aloz bûye û ewlehî û aramî û nebûna kar û xizmetguzariya tenduristiyê û nebûna elektrîkê û têkçûna bîrên avê bûye sedema têkçûna jiyanê li wir, her wiha hatiye gotin ku hinek nexweşxane ji aliyê komên çekdar ve hatiye talankirin û ji ber wê jî xelk ji ber nebûna derman û pijîşk ketine nav rewşek zehmet û xelkê wir neçar mane berê xwe bidin başûrê Kurdistanê û metirsiya vê yekê jî di raporê de hatiye eşkerekirin ku erebên deverên din ên Sûriyê derbasî deverên kurdî bibin û ev jî bibe sedema guhertina demografiya rojavayê Kurdistanê.
Di beşek din a daxuyaniyê de behsa pêşniyarên şanda lêkolînê hatiye kirin ku daxwaz dike “rêkeftina Hewlêrê” ya partiyên rojavayê Kurdistanê were aktîfkirin, desteya bilind a kurd (DBK) were çalakkirin, hemû aliyên rojava beşdarî rêvebirin û parastina wî beşê Kurdistanê bin û şerê li wê derê were sekinandin û rêya bazirganiyê li ser sînorê navbera başûr û rojavayê Kurdistanê jî bê vekirin û tenê aliyek sînoran kontrol neke. Her wiha koçberiya kurdên rojava bo başûr û bakûrê Kurdistanê bê sekinandin.
Li gorî daxuyaniyê, di dawiya rapora şanda lêkolînê ya kumîteya amadekar a KNKê de hatiye xwestin ku divê bilez pêdiviyên derzî û derman bo rojavayê Kurdistanê bê dabînkirin û derfeta bazirganiyê li ser sînorê başûr û rojava bê çêkirin.
Berdevkê serokatiya Herêma Kurdistanê dr. Omêd Sebah piştevaniya xwe bo hemû pêşniyar û nêrînên şanda kumîteya amadekar a KNKê ragihand û wiha got: “Divê hemû alîkariyên mirovî bo rojavayê Kurdistanê bê dabînkirin û ev alîkarî bi rêka lêjneyek hevbeş bê dabeşkirin. Her wiha divê hemû aliyên rojava di rêvebirin û parastina rojava de beşdar bibin.”