قامشلو كوبانية عفرين
شخصية عامة
Ehmed Mustefa
Welatê me navê xwe Kurdistan e
Rabin serxwe, ey xortên Kurdistan
Bes e ev zulma bi hezar salan
Ne rojek e û ne jî du rojin
Ne rojek e û ne jî du rojin
Ev pênç hezar sal in
Em bang dikin Kurdistan
Rabin serxwe ey keçên Kurdistan
Rabin, ji xwe giranşerme hûn nebin
Mîna xortên Kurdan
Xandevan û xandevan
Bi ziman bike wan xortên nezan
Şîyar bike wan keçên nezan
Ey serok û rêberên Kurdan
Bes e ev rojên dirêj û Aram bi hêvî û bi nîşan
Rê bidin van xortên zana û ciwan
Da ew bînin niştîman
Ey aştîxwaz û welatparêzên Kurdan
Bangê bidin Tîrêj û Xanî
Wan hêvîyên Feqiyê Teyran û Bedirxanî
Kurd Şîyar bûn bi dengê seydeyê Cegerxwîn
Ey xortên dilbixwîn
Ey keçên nazdar û şîrîn
Şerma mezin e hun nebin
Xwedîyen welatekî bi sed û sê birîn
welat ê me
Şêrîn e welat ê me ….welat ê me şêrîn e
Dewlemend e welatê me ….welatê me rengîn e
pir xweş e erdê me, erdê me şêrîn û şekir e
Rewşenbîr û siyasetvanê Kurdan
Binivsînin dîroka xwe li erd û asîman
Mafê xwe bidin naskirin
Li çar perçeyên Kurdistan
Gelê xwe pêşbixin mîna welatên azadîxwaz
Ji hev hezbikin wek hezkirina av û axê
Kurdo ev pênç hezar sal in
Em bang dikin Kurdistan
welatê me Kurdistan
Ehmed Mustefa
