îro minê dîbû mala Xezala min barkir çû zozana oy cefayê
Şewtê kulê dilêm pir bûn Xezalê... hayê...
Ezê van kulê dilêm’ heya dare bûye j’tere bibim
Cem aşiq û cem hozana.. oy cefayê..
Gelî gundyan û cîranan ma hunê qey nizanin
Ma rûkê Xezala min sor bûne ji kut û matê lolo... ramûsanan oy Xezal
Xezala min xeyidiye gelî gundyan û cîranan
Ezê nizanim va qîza seba çiye hoy.. nayê rayê
Xezal biyan e oy Xezal, Xerîbî zor e oy cefa
Belê meryê xerîb li welatê xerîbiyê kor e Xezal
îro minê bala xwe didim çiyayê Sîpanê Xelatê berfê lêkir oy Xezal
Dîsa min dît bilbilê malxirab di quntara çê de hêlîn çêkir oy cefayê
Sala par heta van çaxana Xezal ya min bû
Sala îsal mêrê heram rabû lolo dawe lê kir..
Xezala min biyan e
Gelî gundyan û cîranan ezê nizanim va qîza seba çiye hoy.. nayê rayê
Ez keçikek gundî me lo wez brîndar im Deşt û bajar nedîme lo wez brîndar im Gula mêrga gelî me lo wez brîndar im Ava çem û kanî me birayêm hew zanim Lo bira serê min b’gorî Em girtine bi zorê Bi saxî ketne gorê.... Bira evîna dilê min Agir berda canê min Hêstir berda çavê min ay
Min j’xortekî heskiribû Ji malê meriyê me Bav û birayêm nedan bûn sebeba serê min Bav û birayêm nedan bûn kelemê çavê min Bav û birayêm nedan bûn berdevkê devê min Lo bira serê min b’gorî Em girtine bi zorê Bi saxî ketne gorê.... Bira evîna dilê min Agir berda canê min Hêstir berda çavê min ay
Min divê navir nemîne li ser rûçkê Cîhan Keç û xortik giş bibin weke xwişk û biran Li her derê ava bin da nişkav dibistan Ber dest û lingan mane em keçên Kurdistan Lo bira serê min b’gorî Em girtine bi zorê Bi saxî ketne gorê.... Bira evîna dilê min Agir berda canê min Hêstir berda çavê min ay
Hele were binêr hatî mala me Perwer Şivan Teb’ ser seran ser roniyan hat xozanê Kurdistan
Derd û kulên me pir in bûne qîr û qitran
Te bi deng û tembûra xwe bela kir li nav cîhan
Lo bira derdo Şivano
Xozano bar girano
Bê waro perişano oo...
Lo bira serê min b’gorî
Em girtine bi zorê
Bi saxî ketne gorê....
Dilê min bû behra belek Te av jê vexwar gelek Cîran ezê te bigrim Bira biteqe felek
Cîran wa diçim sûkê Ji ter bînim xemla bûkê De tuê rabe lixweke Bibe bûka Kerkûkê De tuê rabe lixweke Wek kevokek Duhokê
De rabe cîran rabe Rabe êdî em herin Bira fesad û nerind êdî ji me bigerin
De rabe cîran rabe Rabe êdî em herin Bira fesad û ewan êdî ji me bigerin
Cîran cîrana min Tu rind e li ber dilê min Cîran cîrana min Tu xweş e li ber dilê min
Dilêm bû Behra Wanê çem û kanî av danê Xwezî bi teyra baskbelek Ser serê Sîpanê Xwezî bi Siyabend û Xecê Dimîne li ser Sipanê
Cîran melhema dilan Bi şev were nav gulan Cîran melhema dilan Bi tenê were nav gulan
Bira kes te nebînin Dikevin nav du dilan Destê te bigrim biçim Ba pêşmergên Kurdistan
De rabe cîran rabe Rabe êdî em herin Bira fesad û nerind êdî ji me bigerin De rabe cîran rabe Rabe êdî em herin Herwek Şivan dibêje Ewan ji me nagerin
Cîran cîrana min tu
Rind e li ber dilê min
Cîran cîrana min tu
Xweş e li ber dilê min
Wey lo lo, wey lo lo wey lo
Wezê daketim kel û kaşxanan
Wezê daketim serê birc û van dîwaran
Wezê bi serkela dilê xwe de mijûl ji xeman û kulan û derdan birîn in ax de wey lo lo lo wey lo...
Dîsa bombe û baran e
Her derê girtî mij û dûman e
Dîsa nale-nala birîndaran e
Dengê dayika tê li ser lorikê wan e
Bavik bi keder xwe davêjine ser zarokan e
Lê zarok mane bê nefes, bê ruh û bê can e
Ax birîndar im wey lo lo lo wey lo…
Hey lê lê.... wey lê lê... Ferman e ûy... hawar... hawar...
Dîsa li me ferman e
Li jor tête gire-gir û hume-huma bavirok û têyaran e
Her der xistiye nava agir û mij û dûman e
Li jêr tête qîre-qîra zarokan, hawara dayik û bavan e
Dîsa dîrok xwe nû ve dike weke carek ji caran e
Weke Diyarbekir, weke Palo û Gênc û Agirî, Dêrsim
Weke Mahabat û weke Berzan e îro dîsa li Deşta Silêmaniyê, li kêleka Hendirê, li bajarê helebçê
Fermana me Kurdan e, ferman e, ferman e...
Dîsa hatin qelandin zarok û zêç tev dayik û bavan e
Ax hawar... li me ferman e... li min ay... ax birîndarê we me, li min oy...
Erê hey lê lê... Here hey lo lo...
Hawar Kurdno hûnê bikin bilezînin
Hûnê kaxiz û pênûsekê bibînin binivsînin
Dinya alemê pê bihesînin
Serok û rêberên Kurda li hev bînin
Bira yek bi yek bin ji halê me Kurdan re tiştekî ji dinyayê re binnivsînin
Bira xelq û alema pê bihesînin
Da ku çarekê ji halê me Kurdan re bibînin
Me ji bin vê bindestiyê derînin hawar hawar…
Heyfa Kurdistan ku îro dişewitînin
Agir li serê me Kurdan dibarînin ax de ay ay... lo lo ax de li min birîndarê we me...
Birayên delal hûn werin Kurdino Bihişta welat em herin merdino Heger hûn neyên va ne keç em meşîn Bese koletî serfiraz her bijîn Herne pêş herne pêş dewr û dem ya we ye Welat çav li rê bendewarê me ye
Keçên nû gihan em dixwazin xebat Me canê ciwan daye rêka welat Dilê me ji pola gurçik bûye hesin Bo ala rengîn xuşk werin em besin Herne pêş herne pêş dewr û dem ya we ye Welat çav li rê bendewarê me ye
Serhildan li serê çiyan hêy Berxwedan di nava zîndan Dengê xorta xweş tê min hele Dengê keçan dilovan Serhildan, berxwedan.. Serhildan jiyan e hêy hêy Berxwedan jiyan e
Rawestan ne karê me ye Pêşveçûn armanca me ye Kurdistan li hêviya me ye çavên wî li rêça me ye Serhildan, berxwedan.. Serhildan jiyan e hêy hêy Berxwedan jiyan e
Dengê karker ji karistanê ê xwendevan ji dibistanê Dengê pêşmergê ji qadê tê Dengê şehîd ji goristanê Serhildan, berxwedan.. Serhildan jiyan e hêy hêy Berxwedan jiyan e
هذا الموقع يستخدم ملفات تعريف الارتباط (الكوكيز ) للمساعدة في تخصيص المحتوى وتخصيص تجربتك والحفاظ على تسجيل دخولك إذا قمت بالتسجيل.
من خلال الاستمرار في استخدام هذا الموقع، فإنك توافق على استخدامنا لملفات تعريف الارتباط.