Eman dilo eman dilo Ji derdê yarê tim bi kulo Janê eşqê avêt dilo Dil û kezeb tev bûn kulo Yar bû gul û ez bûm bilbilo Eman eman eman dilo Eman eman eman dilo Ji derdê yarê tim bi kulo Janê eşqê avêt dilo
Ji nav bexça meşî û bi rê ket Por wek herîr li ber bê ket Canê min ma û dilêm pêket Dil wek tîr ji kevan lê ket J’serêm çû hiş û aqilo Eman eman eman dilo Eman eman eman dilo Ji derdê yarê tim bi kulo Janê eşqê avêt dilo
Ji nav gulan derket meş tê Wek horîya ji nav bihuştê Ji gulan hilm û bêhna xweş tê Ji hêsra hûnarkem bûn şilo Eman eman eman dilo Eman eman eman dilo Ji derdê yarê tim bi kulo Janê eşqê avêt dilo
Di ber min re bihurî û dimeşe Yek li ber min kir wek şeş e Li pêş min kir şeva reş e Bûm birîndar û nexweş e Dil û kezeb tev bûn kulo Eman eman eman dilo Eman eman eman dilo Ji derdê yarê tim bi kulo Janê eşqê avêt dilo Helbest: Mihemed Elî Şakir Muzîk: Mihemed Şêxo
Ez bûme pîrê xemcivîn
Bê hiş û mest û jêr nivîn
Li dil vebûne sed birîn
Ji ber evîna şoxa şêrîn
Bilbil civanê gulê ye
Evîna te ez pîr kirim
Bê can û hem bê bîr kirim
Bêçar kirim, xembar kirim
Şaş û nezan û jar kirim
Bilbil civanê gulê ye
Dilê xemgîn kir êş û jan
Agir berda hinav û can
Hey zalimê bê bawerê
Ma kanê peymana berê
Bilbil civanê gulê ye
Helbest: Sebrî Botanî
Muzîk: Mihemed Şêxo
Carekê min dit ji xwe re gewrek çavê wi reş û belek Xwe berda nav dilê min Min jê hez kirî gelek Ay gewrê ay gewrê ay gewrê gewra min
Hat bîra min birh û çaw Lêv û diranê li hev Bejn û bala teyê zirav Porê tarî weke şev Ay gewrê ay gewrê ay gewrê gewra min
Ez û gewrê bûn dilek Bûne rihek bûn canek Tu car gewrê ji bîr nakim Ji niha û sed û salek Ay gewrê ay gewrê ay gewrê gewra min Nesîbê me tev rabû Ne b’destê min û te bû Xêrnexwaza em dûr xistin Lê dilê min li cem te bu Ay gewrê ay gewrê ay gewrê gewra min
Binêr li min û vî halî Ji eşq û xema ez dihelim Wextê çawêmin li te ket Keser xwe ser da alî Ay gewrê ay gewrê ay gewrê gewra min Helbest: Kemal Şanbaz Muzîk: Mihemed Şêxo
هذا الموقع يستخدم ملفات تعريف الارتباط (الكوكيز ) للمساعدة في تخصيص المحتوى وتخصيص تجربتك والحفاظ على تسجيل دخولك إذا قمت بالتسجيل.
من خلال الاستمرار في استخدام هذا الموقع، فإنك توافق على استخدامنا لملفات تعريف الارتباط.