Kurd Day
Kurd Day Team
Peyvên Evîndariyê
Ehmed Mustefa
Gava berbanga sibê xûnav dikevê
Dengê çivîka û pelên daran
Awazkî di guha da diçînin
Gava dilopên baranê yên yekemîn
Lêvên te maçdikrin…
((Sor gula min))
Zanibê Ew ne helbestê minin
Bo te dibijim
Hest û gotinên minî Evînî ne
Ez û Êvarê
Gava Êvar dibê kela Eşqê
Û Evînê min diçelqînê
Û Alem dibê Hilka xewnên min
Gava Êvar dibê
Kela dûrbûnê bûf min dikê
Û Agirê sewdê min diqijlînê
Gava Êvar dibê
Di ber bayekî Hênik dikevim
Û min dibê dûnyayeke din
Gava Êvar dibê
Pelên gîyanên min ji dilê min diqetin
Gava Evar dibê
Li pişta şevê dinim
ÊStêrka ji xwe re dikim nîşan
Û li şifaqa xwe yî hindayî digerim
Li gava yekemîn çirûska
Roja sibehê zû meyze dikim
Û pêrgî şifaqa xwe tên
Bi şewat
((Belê))
Bi şewat
Li benda zayîna êvarik hênik
Dimînim
çavên te
Kerîyik kewayê
Di destê min da
Keşwarên Evînê avadikê
çavên te
Ferhengik ji hemî hîvên eşqê û evînê re ye
çavên te
Sazik ne (( Bach)) û ne jî ((Beethoven))
Awaz kirî bûn
çavên te
Tabloyek wêneyê ne hatîye
Çêkirin
çavên te
Kevokek kedî ye
Ji hêlîna keşwarê dilê min nefire
çavên te
Destpêk û dawîyê şepala
Jîyana min e
Zayîn gur dawîya min e