:Biji_Kurdistan
dîk û mirîşk ) /0/0/0/0 [FONT=Times New Roman (Arabic)]ا [/FONT]/0/0/0/0

çaxa em kurd fermandar
zerdaştî olê mebû
çaxa kurd bûn misilman
gelê kurd pergendebû
em nezan man li gundan
xandingeh lê tinebû
em xizanbûn li gundan
dem jimarek tinebû
çaxa ku rojî dihat
melayên me tunebû
mela nedhat bame
ji ber zekat tunebû
zivistan ewir û baran
ronahî me tunebû
çaxa ku dibû sihûr
dîk ew melayê mebû
dîk bandikir me digot
rabin sihûrê mebû
mirîşk derdiket ji pînê
medigot nexwin sibebû
êvar mirîşk ket pînê
medigot fitarê mebû
mirîşk ew demjimerbû
dîk ew melayê mebû
Ji deh salan carekê Melak mîvanê mebû
Mi ew dîk serjêdikir
Ew dîk xwarinê melebû
Mela ew dîka dixwar
Parê me têd tunebû
Pesnê ereban dida
Tî kurdan tê tunebû
Goşt û hêkê mirîşkê
Me dixwar kîjan faydebû
Ewê feyde didame
Mirîşk bû yan melebû
Wî digot dunya berdin
Cinet bidest mele bû
Mele cinet didame
Cinet ew parê mebû
Kurdê bê bext u nezan
Çima ev karê mebû
Mele bang biperebû
Bangê dîk bê perebû
Dîk mirîşk bê qîmetbûn
Pir qîmet ê melebû
Ên rind dîk û mirîşk bûn
Yan ê rindew melebû
Dîk û mirîşk ên mebûn
Mele neyarê mebû
Ew kolê koledarbûKurd ji wîra kolebû
Wek cegerxwîn derketin
Kurd li kurbû çav vebû
Îro gelek kêf xweşin
Gelê kurd ew zanebû
Kurd guh nadin melên çewt
Tiştê wan xwezt ew nebû
Bêbuhar çîrokê wî
dawî hat û kotebû
dawî